Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê rêze hevdîtin pêk anîn
Roja Duşemê 04.05.2026, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di berdewamiya serdana xwe ya du rojî de bo paytexta Iraqê bajarê Bexdayê, rêze civînên giring ligel berpirs payebilind ên Iraqê encam dan. Di civînan de proseya siyasî û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya federal hatin gotûbêjkirin.
Di çarçoveya hevdîtinên xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokwezîrê raspardî yê Iraqê Elî Falih el-Zeydî civiya. Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya raspardina wî, piştgiriya temam a Herêma Kurdistanê ji bo serxistina pêngavên pêkanîna kabîneya nû nîşan da. Herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya lezkirin di pêkanîna hikûmeteke nîştimanî ya karame de kirin, ku mafên destûrî yên hemûyan biparêze û çareseriyên bingehîn ji bo pirsgirikên navbera Hewlêr û Bexdayê bibîne.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe de, ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî civiya. Di hevdîtinê de behsa giringiya berdewamiya proseya siyasî li ser bingeha hevbeşiya navbera pêkhateyan hat kirin. Herdu alî hemaheng û hevnerîn bûn li ser parastina aramiyê û dûrxistina Iraqê ji bandorên şer û rageşiyên navçeyê.
Ji aliyekî din ve, Nêçîrvan Barzanî ligel serkirdeyên Çarçoveya Heêahengiyê civiya. Di wê civînê de jî giringî hate dan ser pêkanîna hikûmeteke wisa ku bersiva her cure astengî û daxwazên hemû pêkhateyan bide.
Basnews
