• Monday, 20 April 2026
logo

Metîn û Kemal Kahraman zêmara ‘Çene’ diyarî Gulistan Dokuyê kir

Metîn û Kemal Kahraman zêmara ‘Çene’ diyarî Gulistan Dokuyê kir

Metîn û Kemal Kahraman zêmara xwe ya bi navê “Çene” diyarî Gulistan Doku û malbata wê kir.

Metîn û Kemal Kahraman strana xwe ya bi navê “Çene” di albuma xwe ya bi navê “Telden Tele”yê de belav kir.

Wan ev strana xwe diyarî xwendekara Zanîngeha Munzûrê Gulistan Dokuyê kir ku ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020an ve winda ye.

Metîn û Kemal Kahraman li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kir û got:

“Em vê zêmara xwe ya bi navê Çene ya ku me îro li ser kanala xwe ya YouTubeyê belav kiriye diyarî Gulistan Doku û malbata wê ya dilşewat dikin.”

Gotinên strana Çeneyê:

Çene, Çene, Çene, çena mina rindeka mi
Çena mi awe berde, ax dil û cîgera mi vesena
Ez nika se bikerî, kamî ra vajî, derdê çena mi kî zaf giran o
Lê lemine, lê lemine, lemin awe berde, ez se bikerî

Hîrs û heşt o ma rê, ma rê sera de şia û derd o
Hard û asmenî bêro zonî, çike ontîme to rê qesey bikero
Ez nika se bikerî, kam ra vajî, derdê hardê Dêrsimî zaf giran o
Lê lemine, lê lemine, lemin derdê Dêrsimî zaf giran o

Metîn û Kemal Kahraman kî ne?

Metîn û Kemal Kahraman du birayên hunermend ên ji herêma Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ne.

Ew bi eslê xwe ji navçeya Pilemûriyê ne.

Her du bira bi şiroveyên xwe yên modern ên muzîka Kurdî û Tirkî tên naskirin.

Ew bi taybetî li ser zaravayên Kirmanckî û Kurmancî dixebitin.

Koma wan sala 1990î li Stenbolê hat avakirin.

Beriya ku kom ava bibe, Metîn Kahraman yek ji avakarên koma navdar ‘Grup Yorum’ bû.

Birayên Kahraman sala 1993yan albuma xwe ya herî navdar a bi navê "Denîz Koydum Adini" weşand.

Metîn û Kemal Kahraman bi salan li gundên Dêrsimê geriyan û xebatên girîng kirin.

Wan zêdetirî 4 hezar demjimêrî dengên şahidên Komkujiya Dêrsimê ya sala 1938an tomar kirin.

Her wiha wan dengên mezinên Elewiyan, çîrok û kilamên winda jî parastin.

Bi vî awayî wan arşîveke mezin a dîroka devkî ava kir.

Albumên wan ên herî berbiçav:

Denîz Koydum Adini (1993)

Ferfecîr (1995)

Meyman (1999)

Çeverê Hazaru (2006)

Sumbulteber (2022)

Telden Tele (2026)

Metîn û Kemal Kahraman îro jî bi albumên nû yên wekî "Telden Tele" hunera xwe didomînin.

 

 

Rudaw

Top