Hakan Fîdan: Amerîka û Îran di mijara agirbestê de cidî ne
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand, Amerîka û Îranê di mijara agirbestê de cidî ne û bi pêdiviya vê yekê dihesin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro 13ê Nîsanê beşdarî bernameya "Maseya Edîtoran" a Ajansa Anadoluyê bû û pêşhatên dawî yên li herêmê nirxandin. Fîdan derbarê peywendiyên navbera Washington û Tehranê de diyar kir, her du alî jî têdigihin girîngiya agirbestê.
Hakan Fîdan derbarê agirbesta navbera Amerîka û Îranê de got: "Di mijara agirbestê de, her du alî jî cidî ne û bi pêdiviya vê yekê dihesin. Ew dizanin ku ev agirbest ji bo aramiyê giring e."
Derbarê girtina Tengava Hurmizê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê got: "Helwesta me ew e ku Tengava Hurmizê bi rêyên aştîyane were vekirin. Destwerdana li navçeyê bi rêya 'hêzeke çekdar a parastina aştiyê ya navdewletî' dê bi xwe re gelek zehmetiyên mezin bîne. Lewma em giranî didin ser dîplomasî û rêyên sivîl."
Fîdan her wiha destnîşan kir, Tirkiye ji bo kêmkirina girjiyê û parastina asayîşa navçeyê ligel aliyan di peywendiyê de ye, daku rê li ber karesatên nû yên şer were girtin.
Ji aliyekî din ve, rojnameya "Wall Street Journal" îro ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump, wekî amûrek ji bo şikandina binbesta danûstandinan, li ser destpêkirina cardin a êrîşên leşkerî yên sînordar li dijî Îranê û sepandina dorpêça deryayî li ser Tengava Hurmizê difikire.
Ev gava Trump piştî wê yekê tê, danûstandinên navbera Washington û Tehranê li Pakistanê rastî şikestineke demkî hatin. Berpirsên Amerîkî dibêjin: Êrîşeke giştgir bijardeyeke dûr e, ji ber ku dê aramiya navçeyê têk bibe, lê êrîşên sînordar û dorpêçên demkî niha di rojevê de ne û tên nirxandin.
Di geşedaneke herî nû de, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, îro saet 10:00ê êvarê bi dema Amerîkayê, ew ê dorpêça deryayî deynin ser benderên Îranê.
CENTCOMê diyar kir, ev dorpêç dê bi awayekî "bêalî" li ser hemû keştiyên ku ber bi benderên Îranê ve diçin yan jî jê derdikevin were sepandin. Lê belê dê rê ji bo wan keştiyan were dayîn ku di navbera benderên navdewletî yên din de diçin û tên û tenê di Tengava Hurmuzê re derbas dibin.
K24
