• Tuesday, 14 April 2026
logo

Fransa û Brîtanya "Hêzeke Navdewletî" ji bo parastina Hurmizê pêk tînin

Gulan Media April 13, 2026 Nûçe
Fransa û Brîtanya

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, ew bi hevkariya Brîtanyayê di demên pêş de bo avakirina hêzeke navdewletî ji bo parastina hatinûçûna deryayî li Tengava Hurmizê, konferansekê lidar dixin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro 13.04.2026, di peyameke li ser tora civakî "X"ê de, destpêşxeriya nû ya welatê xwe û Brîtanyayê ji bo çareserkirina krîza li Tengava Hurmizê aşkere kir. Macron diyar kir, armanca wan a sereke vegerandina "azadiya deryavaniyê" li vê navçeya stratejîk ye.

Macron destnîşan kir, konferansa navdewletî dê wan welatan bîne cem hev ên ku amade ne beşdarî erkekî pirneteweyî ya aştîxwaz bibin. Serokê Fransayê tekez kir, ev hêza navdewletî dê tenê xwedî erkê "parastinê" be û dê bi temamî ji aliyên di nav şer de (Amerîka û Îran) serbixwe û cuda be. 

Macron herwiha got: "Ev şandeya navdewletî dê amade be ku were bicihkirin, gava ku şert û mercên navçeyê rê bide."

Serokê Fransayê daxwaz kir ku divê hewlên ji bo gihîştina bi çareseriyeke dîplomatîk a bilez û mayînde neyên sistkirin û got: "Pêdiviya me bi rêkeftineke bi hêz heye ku çarçoveyeke ewle ji bo her kesî peyda bike, daku gelên navçeyê di nav aştî û aramiyê de bijîn."

Ev destpêşxeriya Fransa û Brîtanyayê di demekê de tê, gefên ji bo girtina Tengava Hurmizê û dorpêçên deryayî, metirsiyeke mezin li ser bazirganiya cîhanê û bazara enerjiyê çêkiriye. 

 

Basnews

Top