• Tuesday, 14 April 2026
logo

Bloomberg: Dorpêça deryayî ya li ser Îranê aboriya cîhanê ber bi şerekî firehtir dibe

Gulan Media April 13, 2026 Nûçe
Bloomberg: Dorpêça deryayî ya li ser Îranê aboriya cîhanê ber bi şerekî firehtir dibe

Ajansa Bloombergê ragihand, biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo dorpêçkirina benderên Îranê, cîhanê ber bi qonaxeke metirsîdar ve dibe û nirxê petrolê di demeke kurt de gihiştiye asta herî bilind.

Ajansa Bloombergê, di raporeke xwe ya îro 13ê Nîsanê de hişyarî da ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê li dijî Îranê, dê bibe sedema karesateke aborî li seranserî cîhanê. Bloomberg destnîşan kir ku ev rûbirûbûna nû ya li Tengava Hurmizê metirsiyeke rasterast li ser aramiya bazarên navdewletî ava kiriye.

Yekser piştî ragihandina biryara dorpêçê ji aliyê Washingtonê ve, bazarên enerjiyê bi awayekî berçav hejiyan:

- Nirxê petrola xam a Brent bi rêjeya %9 bilind bû û gihîşt nêzîkî 104 dolaran.

- Li Ewropayê nirxê gaza xwezayî bi rêjeya %18 zêde bû.

Pisporên aboriyê dibêjin, her cure astengkirina çûnûhatinê li Tengava Hurmizê, ku pênceka (%20) petrola cîhanê di wir re derbas dibe, dê bibe sedema enflasyoneke bêmînak û kêmkirina geşepêdana aboriya cîhanê.

Li gorî rapora Bloombergê, ev girjiya nû piştî wê yekê derket ku danûstandinên rasterast ên li Îslamabadê bêyî encam bidawî bûn. Hevdîtinên di navbera Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalibaf de, ji ber nakokiyên kûr ên li ser bernameya atomî ya Îranê şikestin. Ev yek jî bû sedem ku agirbesta dusalî ya ku nû hatibû ragihandin, bikeve bin metirsiyê.

Ji aliyekî din ve, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, dorpêça wan hemû keştiyên ku ber bi Îranê ve diçin an jî jê derdikevin digire nav xwe. Armanca sereke ya vê pêngavê, xeniqandina hinardekirina petrola Îranê û birîna çavkaniyên darayî yên Tehranê ye.

Rayedarên Îranê jî bi tundî bersiva van pêngavan dan. Şêwirmendê Leşkerî yê Rêberê Îranê Muhsîn Rezaî ragihand, welatê wî rê nade cîbicîkirina vê dorpêçê û hêza wan a mezin a bersivdayînê heye. Herwiha Supaya Pasdaran hişyarî da, ku her nêzikbûneke leşkerî ya Amerîkayê li Tengava Hurmizê, dê wekî "binpêkirina agirbestê û ragihandina şerê rasterast" were dîtin û bersiva wan dê pir tund be.

 

K24

Top