• Tuesday, 14 April 2026
logo

Bihayê petrola brent 110 dolar derbas kir

Bihayê petrola brent 110 dolar derbas kir

 Bihayê petrolê îro zêdetir bilind bû û bermîlê 110 dolar derbas kir.

Gefên Donald Trump ên li ser Îranê piştgiriyeke zêde da bihayê petrolê.

Trump hişyarî dabû eger Îran Tengava Hurmizê veneke, ew dê binesaziyê wê tune bike.

Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 57 sentan bilind bû û bermîlek bi 110 dolar û 34 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî dolarek û 26 sentan bilind bû û bermîl bi 113 dolar û 67 sentan hat kirîn û firotin.

Dema dawî ji bo Îranê

Donald Trump ragihand eger Îran heta dema dawî ya ku hatiye diyarkirin, (roja çarşemê saet 03:00yan, bi dema Kurdistanê) Tengava Hurmizê veneke ew dê agir bi ser de bibarîne.

Îranê pêşniyara agirbestê ya Amerîkayê ya ku bi rêya Pakistanê gihiştibûyê red kiriye û Tehran dixwaze şer li hemû eniyan raweste.

Şîrovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser vê rewşê got:

"Bazara petrolê bi daxuyaniyên berpirsên Amerîkayê yên li ser çawaniya bidawîanîna şerê Îranê ve gelekî hatiye girêdan."

Supaya Pasdaran rê li ber keştiyan girt

Supaya Pasdaran doh rê neda ku du keştiyên taybet ên veguhastina gaza Qeterê derbas bibin û daxwaz kir ku keştî li cihê xwe rawestin.

Amarên çavdêriya tevgera deryayî eşkere dikin ku di çend rojên borî de tenê çend heb keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûne.

 

Rudaw

Top