Wezareta Derve ya Qeterê: Em bi tundî armanckirina Konsulxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê şermezar dikin
Wezareta Derve ya Qeterê di daxuyaniyekê de got ku ew bi tundî armanckirina konsulxaneya Îmaratê ya li Herêma Kurdistanê şermezar dike û armanckirina nûner û binkeyên dîplomatîk gefxwarine li ser ewlehiya canî ya dîplomatkaran û ev yek binpêkirina eşkere ya yasaya karê dîplomasiyê ye.
Hat ragehandin; "Helwesta Qeterê li dijî hemû kiryarên tundûtûjî û terorîzmê yên li dijî mîsyonên dîplomatîk û têkdana ewlehiyê zelal e, û em piştgiriya xwe ji bo Îmaratê dubare dikin û wê şermezar dikin.’’
Basnews
