• Tuesday, 10 March 2026
logo

Erebistana Siûdî lêdan û hedefgirtina Konsulxaneya Îmaratê ya Hewlêrê şermezar kir

Gulan Media March 10, 2026 Nûçe
Erebistana Siûdî lêdan û hedefgirtina Konsulxaneya Îmaratê ya Hewlêrê şermezar kir

Wezareta Derve ya Qraliyeta Erebistana Siûdiyê bi daxuyaniyekî êrîşa li ser Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê şermezar kir.

Li gor daxuyaniya îro 10.03.2026ê hat belav kirin, Wezareta Derve ya Siûdiyê ragehand: '’Wezareta Derve bi tundî hedefgirtina Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê li Kurdistan – Iraqê şermezar dike.’’

Herwaha hat ragehandin, armanc girtina avahiya dîplomatîk bi awayekî aşkera li gel urf û yasayên navnetewî hevnagre û dij bi yek e û herwaha rêkeftina çarem a Cênêvê ya sala 1949ê ku tekez dike ku divê rêz li avahî û nûnertiyên dîplomatîk bê girtin.

 

Di dawiyê de jî Wezareta Derve ya Siûdiyê hemsoziya xwe ya li gel Yekitiya Mîrgehên Erebî (Îmarat)ê teqez kir. 

 

Basnews

Top