• Thursday, 05 March 2026
logo

Zeydo Baedrî: Bexdayê mûçeyên meha duyem a milîsên ku dronan ji Herêma Kurdistanê re dişînin daye

Zeydo Baedrî: Bexdayê mûçeyên meha duyem a milîsên ku dronan ji Herêma Kurdistanê re dişînin daye

Şêwirmendê berê yê Parlamentoya Kurdistanê amaje bi wê yekê dike ku, Hikûmeta Federal a Iraqê mûçeyên meha Sibatê yên hemû milîsan, tevî yên ku çend roj in dron dişînin Herêma Kurdistanê û welatên din ên herêmê, belav kiriye.


Şêwirmendê berê yê Parlamentoya Kurdistanê, Zeydo Baedrî ji BasNewsê re got tiştê ku milîs di êrîşa li ser Herêma Kurdistanê û welatên herêmê de dikin dê encamên xeternak hebin û di dawiyê de Iraqê tevlî şer bike. ji ber ew milîsên desteya Heşdî ne û bi mûçe û budceya Iraqê ve tên birêvebirin.

Herwaha ragehand: "Hikûmeta Iraqê mûçeyên milîsên ku dron û mûşek davêjine Herêma Kurdistanê ji dahata petrolê ya ku rojane ji benderên cîhanê difiroşe daye. Ji ber gefxwarin û metirsiya wan milîsan elektrîka temamê Kurdistanê hatiye qutkirin û nearamî peyda bûye."

Wî tekez kir ku hikûmeta federal a Iraqê par mûçeyên du mehan ên mûçegirên Kurdistanê xwar, lê ji aliyê din ve petrola Kurdistanê difiroşe, îsal jî di mijara şandina mûçeyê gelê Kurdistanê de cudakariyê dike, lê hemû mehan di dema xwe de eger deyn û qer jî kiribe, mûçeyê wan milîsan dide, ku rojane şerê bi wekalet dikin û êrîşên dron û mûşekî li ser welatên navçeyê û Herêma Kurdistanê dikin.’’

Dawiyê de jî got: "Li gorî destûrê, Mihemed Şiya Sûdanî fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê ye. Divê ew berpirsiyariyê bigire ser xwe, yan rêgiriyê li wan milîsan bigre ku dron û mûşekan ji bo Kurdistanê û welatên herêmê dişînin. Yan jî mûçe û budceya wan bibre. Ji ber nabe milîs li ser dewletê bin û mûçe wergirin, lê ferman ji dewletekî din wergirin.’’

 

Basnews

Top