• Thursday, 05 March 2026
logo

Fransayê piştevaniya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir

Fransayê piştevaniya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir

Serokê Herêma Kurdistanê şeva borî bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re bi rêya telefonê axivî.

Wezîrê Fransayê "hevsozî û piştevaniya" welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku  derengiya şeva borî Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bi telefonê pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re daniye.

Li gorî daxuyaniyê, di wê pêwendiyê de Wezîrê Karên Derve yê Fransayê hevsozî û piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê, li hemberî wan êrişên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin, dubare kir.

Her du aliyan rûdanên berdewam ên li herêmê û asoyên çareserkirina pirsgirêkan nirxandin.

Her wiha ew li ser berdewamiya hevahengiya nêzîk a di navbera her du aliyan de ji bo parastina aramî û seqamgiriyê hevnêrîn bûn.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Fransayê ya ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya rola Fransa û civaka navneteweyî ya di aramkirina aloziyan û dûrxistina herêmê ji metirsiyên şer de kir.

 

Rudaw

Top