Parlamenterê DEM Partiyê: Eger prose wiha bidome ev ne aştî, lê xapandin e
Salek di ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re derbas dibe. Lê bele ji aliyê hikumeta Tirkiyeye ve derbarê yasayên entegrasyon û azadiyê de hêj ti gav nehatine avêtin. Parlamenterekî partiya Siberojê dibêje desthilat ji tirsa windakirina dengan proseyê sist dike ku divê wêrek be û gavên demokratîkbûnê bi lez bike. Parlamenterê DEM Partî jî diyar dike, eger prose bi vî awayî bidome ev ne aşti ye ev xapandin e.
Di çarçoveya proseya ku ji bo çareseriya Pirsa Kurd di 1'ê Cotmeha 2024'an de bi silavdayînekê li parlamentoyê dest pê kiribû, salek di ser banga rêberê PKKê Abdullah Ocalan re derbas dibe. Di 27ê Sibata 2025an de Abdullah Ocalan piştî hevdîtina Îmraliyê bang kir ku PKK çekan deyne û xwe hilweşîne. Piştî bangê, PKKê di 1ê Adarê de agirbest ragihand û di Kongreya 12an a 5-7ê Gulana 2025an de biryara hilweşandina rêxistinê girt. Ev biryar di 12ê Gulanê de ji raya giştî re hat eşkere kirin.
Di 11ê Tîrmeha 2025an de jî li Silêmaniyê cara pêşîn bi merasîmekê çek hatin şewitandin û di 5ê Tebaxê de li parlamentoyê de komîsyoneke taybet hat avakirin. Lê belê tevî van gavan jî, di encama 21 civînên vê komisyonê pêvajo bi raporeke 60 rûpelî ya ku peyva "Kurd" tê de nîn e sînordar ma û heta niha jî hikumetê gaveke qanûnî jî neavêt.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar ji K24ê re got: “Me divê ku ji niha û paş êdî dewlet bi rastî AK Partî gaveke girîng biavêje. Heke ne baweriya me jî namîne, baweriya gel jî namîne. Ev prose wiha dewam nake. Dewleta Tirk sedsale em dizanin ku di mêjiyê xwe de hêj aştiyek ligel Kurdan ava nekiriye. Em wê dibinin. Ev jî kêmasiyeke herî mezin e. Îro raporta derketiye holê jî raportek nava wê vala ye, tiştek tune ye ku ti kes tiştekî jê fahm nake. Yê bixwînê dê bibejê ka çi gav avêtine, bo çan dbo ziman an jî em bibêjin rêveberiyên herêmî. Me divê ku aştiyeke birûmet were avakirin. Lê ger bi vî şeklî berdewam bike ev ne aşti ye ev xapandin e.”
Parlamenterê Partiya Siberojê Kanî Torun diyar dike, desthilat ji tirsa windakirina dengan pêvajoyê sist dike û bi komisyonê wextekî dirêj hatiye derbaskirin Torun dibêje ku sererastkirinên qanûnî û înfazê hîn ne diyar ins; loma berî ku faktorên mîna Îranê zirarê bidin pêvajoyê, divê bi qanûnên nû rêya hatina ji çiyê demildest bê vekirin.
Parlamenterê Partiya Siberojê yê Bûrsayê Kanî Torun dibêje: “Em gihîştine salvegera 27’ê Sibatê ku ev di qonaxa danîna çekan de qonaxa yekemîn a girîng e. Lê desthilat ji tirsa windakirina dengan qanûnên pêwîst dernaxîne. Ev ji bo aştiya tevahiya Rojhilata Navîn şansekî dîrokî ye. Diviyabû havîna borî, Tirmehê piştî şewitandina çekan veger destpêkiriba û qanûn hatiba derxistin. Divê desthilat wêrek be û gavên demokratîkbûnê bi lez bike; kiryarên wekî tayînkirina qeyûman û girtina Demirtaş a tevî biryara Dadgeha Ewropayê ku zirarê didin pêvajoyê, bên sekinandin.”
Heta niha nîqaşên li ser çareseriyê li ser van xalan tên kirin: Başkirina şert û mercan û mafê Hêviyê bo Abdullah Ocalan, Guherîna Qanûna Tekoşîna Dijî Terorê. Di serî de Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, azadkirina girtiyên siyasî, naskirina hebûna Kurdan û zimanê Kurdî bi fermî di destûrê de. Rakirina qeyûman û ji bo vegera endamên PKKê ya nav jiyana sîvil û siyaseta demokratîk, derxistina qanûneke taybet.
K24
