Mercê Amerîkayê ji bo hevdîtina li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê: Divê Mezlûm Ebdî amade be
Malpera Amerîkayê ya El Monitor ragehand, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Robio di dema Konferansa Munchenê ya Ewlehiyê ya 13ê Sibata 2026ê li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî de aliyên peywendîdar agahdar kirine ku ku pêwîste di wê civînê de fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat Mezlûm Ebdî jî amade be û bê amadebûna aliyê Kurd dê civîn û hevdîtinê li gel Sûriyê pêkneynin û bi wî awayî bi beşdariya Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed ve civîn pêkhatiye.
Li gor heman raportê, ew mercê Amerîkayê di rêxistinkirina civîn û hevdîtinên girêdayî konferansê hatine aşkera kirin, ev jî wek rengdana hestyar a rewşa bakurê rojavayê Kurdistanê li Sûriyê û rola HSDê li hevsengiya siyasî ya ewlehiyê de nîşan dide.
Heman malperê ragehand, Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şera razî bûye ku bi beşdariya Wezîrê Derve yê Sûriyê di civîna li Munchenê de birêve biçe û bi wê rêkeftinê ve civîn birêve çû. Ev jî nîşaneya wê yekê ye ku dibe nermbûnek di peywendiyên nerasterast ên navbera Waşîngton û Şamê de pêkbê.
Basnews
