• Tuesday, 24 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê dê beşdarî Konferansa Veberhênanê ya Erebî-Afrîkî bibe

Gulan Media February 23, 2026 Nûçe
Herêma Kurdistanê dê beşdarî Konferansa Veberhênanê ya Erebî-Afrîkî bibe

Bi armanca berfirehkirina asoya bazirganiyê û dabînkirina derfeteke nû ji bo veberhêneran, şandeyeke payebilind a karsaz û veberhêneran ji Herêma Kurdistana dê beşdarî Konferansa Veberhênanê ya Erebî-Afrîkî bibe.

Li gor daxuyaniyeke odeya bazirganiyê ya Hewlêrê, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê hevdîtineke vîdeoyî ya serhêl-Online li gel Seroka Yekitiya Jinan a veberhênanê ya Erebî encam daye û biryar hatiye dayîn ku beşdarî konfransa veberhênana Erebî-Afrîkî bibin.

Amaje bi wê jî hatiye dayîn ku Dr. Hidî Yisî, Seroka Yekitiya Jinên Veberhêner ên Erebî, li ser rêyên xurtkirina pêywendiyên aborî gotûbêj kirine.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê bal kişand ser derfetên veberhênanê di sektorên cûda de û taybetmendî û hêsankariyên ku Herêma Kurdistanê ji veberhênerên biyanî re peyda dike.

Li gorî daxuyaniyê, vexwendinek fermî ji Serokê Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê re hatiye şandin da ku beşdarî "Konferansa Veberhênanê ya Navneteweyî ya Ereb-Afrîkî" bibe.

Herwaha hatiye aşkera kirin ku Serokê Odeya Bazirganiyê bi kêfxweşîve nameya vexwandinê qebûl kiriye û ragehandiye: “Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê dê bi şandeyeke payebilind a karsaz û veberhênerên Herêma Kurdistanê re beşdarî vê konferansa girîng bibe, bi armanca avakirina piran û danûstandina ezmûnan bi şîrketên Ereb û Afrîkî re.”

Konferansa Veberhênanê ya Ereb-Afrîkî biryar e îsal li Tunisê birêve biçe.

 

Basnews

Top