• Sunday, 08 February 2026
logo

Civîna du ya şanda hikumeta Herêmê li gel hikumeta Fedral bi dawî hat

Civîna du ya şanda hikumeta Herêmê li gel hikumeta Fedral bi dawî hat
Civîna şanda hikumeta Herêma Kurdistanê, bi serokatîya Qubad Talebanî, cêgirê serok wezîrên Herêmê li gel şanda hikumeta fedral bi serokatîya Elî Elawî, wezîrê Darayî ya Îraqê, êvarîya bo evro bi dawî hat û biryare sube berdewam bibe û berfirehtir bibe.

Di civîna evro de, ku di mihvanxane ya civata wezîrên Îraqê birêve çû, gotûbêj derbarê arîşeyên darayî yên helpesartî di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi taybetî behsa pirsên petrol û wizeyê, xercî û dahat, şayîsteyên darayî hikumeta Herêma Kurdistanê û derîyên sinûrî hatin kirin.

Herweha biryar hate dan, sube jî berdewam bin bi armanca gehiştinê bi lêktêgehiştineka giştgîr bo arêşeyan û biryare ji alîyê teknîkî ve berfirehtir û têrtir bikin.

K24
Top