• Monday, 16 February 2026
logo

Sidîq Ehmed Elî Hewramanî: Ez dest ji karkêşana xwe ji Komeleya Dadgerî radigehînim

Gulan Media February 16, 2026 Nûçe
Sidîq Ehmed Elî Hewramanî: Ez dest ji karkêşana xwe ji Komeleya Dadgerî radigehînim

Endamekî Serokatî û berpisê berê yê malbenda Helebce ya Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê dest ji karkêşana xwe li wê Hizbê ragehand û dibêje: “Ti pêywendiyeke min a siyasî û rêveberî bi wê Hizbê ve namîne.”

Îro 15.02.2026, Sidîq Ehmed Elî Hewramanî, endamê serokatî û berpirsê berê yê malbenda Helebce ya Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê ragehand: “Ji bo hemû aliyekî pêywendîdar, ez Sidîq Ehmed Elî Hewramanî ji îro pêve dest ji karkêşana xwe li Komeleya Dadgerî radigehînim.

Herwaha dibêje, ku ti pêywendiyeke siyasî û rêveberî ya wî bi wê Hizbê re namîne.

Ew berpirsê berê yê Komeleya Dadgerî daxwaz ji xwedê dike, ku li ser rêya rast wî tayîn bike.

Ev jî di demekî de ye, ku Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê di 2 hilbijartinên borî yên Kurdistan û Iraqê de, nekariye li gor pêwîstê deng û kursiyên parlamentoyê bi dest bîne û rastî şikesteke mezin a girseyî û parlamentoyî bûye, ji ber wê sedemê beşeke zêde a berpirsan û kadro û endaman, dest ji karkêşana xwe li wê Partiyê ragehandin.

 

Basnews

Top