• Monday, 16 February 2026
logo

Netanyahu ji bo peymana bi Îranê re 3 şert danîn

Gulan Media February 16, 2026 Nûçe
Netanyahu ji bo peymana bi Îranê re 3 şert danîn

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo peymana bi Îranê re 3 şertên sereke danîn.

Netanyahu ji bo peymana ku dibe di navbera Amerîka û Îranê de bê îmzekirin hişyarî da û xwest ku şertên wan werin qebûlkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku divê di peymana bi Îranê re de sê xal hebin: Radestkirina hemû uranyuma dewlemendkirî, tasfiyekirina kapasîteya nukleer û rawestandina bernameya mûşekên balîstîk.

Netanyahu şertên Îsraîlê yên ji bo dan û standinên nukleer ên di navbera Washington û Tehranê de eşkere kirin.

Netanyahu diyar kir ku divê her peyman şiyana Îranê ya dewlemendkirina uranyumê bi temamî ji holê rake.

Ev daxuyaniya Netanyahu di demekê de hat ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji bo gera duyem a dan û standinan çû Swîsreyê.

Hêlên sor û 3 şertên sereke

Netanyahu li Qudisê di Konferansa Serokên Rêxistinên Cihûyan ên Amerîkayê de axivî û şertên xwe wiha rêz kirin:

“Yekem: Divê hemû stokên uranyuma dewlemendkirî yên Îranê derxin derveyî welêt.

Duyem: Divê kapasîteya dewlemendkirinê ya Îranê bi temamî were sifirkirin û hemû amûr, santrîfuj û binesazî werin rakirin.

Sêyem: Divê peyman bernameya mûşekên balîstîk a Îranê jî li xwe bigire û vê gefê ji holê rake.”

Netanyahu diyar kir ku wî ev şert destpêka vê mehê di hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re jî gotine.

Mijara kontrolkirinê

Netanyahu diyar kir ku divê kontrolên li ser tesîsên nukleer ên Îranê ne sembolîk bin û got:

"Nabe ku kontrol bi agahdarkirina pêşwext bên kirin.

Divê kontrolên rast û bibandor bên kirin. Em bawer dikin ku ev mijar ji bo gihiştina peymanê girîng in."

Li aliyê din, çarenivîsa zêdetirî 400 kîlogram uranyuma dewlemendkirî (meyandî) ya bi rêjeya ji sedî 60î ya di destê Tehranê de dibe sedema dilgiraniyê.

Ev stok herî dawî Hezîrana 2025an beriya êrişên asmanî yên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser tesîsên nukleer hatibûn qeydkirin.

Dan û standin û gefên leşkerî

Dan û standinên Tehran û Washingtonê piştî êrişên asmanî yên Îsraîlê yên Hezîrana borî yên ku bûbûn sedema şerekî 12 rojî rawestiyabûn.

Dan û standinan 6ê Sibatê li Mesqeta paytexta Umanê ji nû ve dest pê kiribû.

Hêjayî gotinê ye ku Washingtonê gefên operasyona leşkerî yên li dijî Tehranê zêde kirine û fîloya duyem a keştiyên balafiran şandiye herêmê.

Li gorî medyaya Amerîkayê, Donald Trump ji Netanyahu re gotiye eger peyman çênebe ew dê piştgiriyê bidin ku Îsraîl binesaziya mûşekên balîstîk a Tehranê bombebaran bike.

 

Rudaw

Top