Amerîka ji baregeha stratejîk a Tenefê vekişiya
Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê (Koalîsyon) ya bi pêşengiya Amerîkayê biryar da ku ji baregeha stratejîk a Tenefê vekişe.
Piştî ku Koalîsyonê hêzên vekişandin, Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bi temamî kontrola baregeha Tenefê wergirt.
Vekişîna ber bi Urdunê ve
Du çavkaniyên ewlehiyê ji ajansa Reutersê re ragihand ku hêzên Koalîsyonê ji baregeha Tenefê bi temamî vekişiyane û çûne Urdinê.
Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li ser hesabê xwe Xê piştrast kir ku niha hêzên hikûmeta Sûriyeyê li nav baregehê bi cih bûne û kontrola herêmê di destê Şamê de ye.
Baregeha Tenefê: Sêgoşeya sînorî ya stratejîk
Baregeha leşkerî ya Tenefê ku wekî baregeha herî mezin û giring a Amerîkayê ya li Sûriyeyê dihat naskirin ku 3yê Adara 2016an hatibû avakirin.
Ev baregeh li parêzgeha Himsê û li ser sêgoşeya sînorî ya di navbera Sûriye, Îraq û Urdunê de ye.
Armanca sereke ya avakirina vê baregehê, perwerdekirina şervanên mixalefeta Sûriyeyê (Artêşa Sûriyeya Azad - FSA) bû da ku li dijî rejîma Beşar Esad şer bikin.
Her wiha wekî navendeke sereke ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê û girtina rêya çekdarên rêxistinê ya li deriyê sînorî yê Welîdê dihat bikaranîn.
Komên ku dihatin perwerdekirin
Di nava van salan de, hêzên Amerîkayê li baregeha Tenefê perwerde û piştgiriya leşkerî dan pênc komên sereke yên mixalefeta Sûriyeyê:
- Artêşa Şêrên Rojhilat (Ceyş Usûd el-Şerqiya)
- Hêzên Şehîd Ehmed Ebdo
- Artêşa Eşîrên Azad
- Artêşa Mexawîr el-Sewrayê (Artêşa Komandoyên Şoreşê)
- Lîwaya Şehîdên el-Qeryetênê
Vekişîna Koaîlîsypnê ya ji Tenefê û radestkirina wê ya ji bo hikûmeta Sûriyeyê, wekî guherîneke bingehîn di hevkêşeya leşkerî û siyasî ya herêmê de tê dîtin.
Rudaw
