Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Hinek welat PKKê li hember Herêma Kurdistanê bikar tînin!
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu li ser nêzîkî hêzên kurdî li Rojavayê Kurdistanê û hebûna PKKê li Başûrê Kurdistanê ji televîzyona CNN Turk re axivî.
Çavûşoglu amaje bi çalakbûna PKKê li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê kir û got: “Dema em berê xwe didin Bakûrê Iraqê, bi taybetî em dibînin ku herêma Silêmaniyê ketiye bin bandora PKKê.”
Çavûşoglu da xuyakirin, hin welat PKKê li ser Herêma Kurdistanê wek karta fişarê bikar tînin û got: “Hinek welat hene ku PKKê li hemberî Rêveberiya Kurd ya Bakûrê Iraqê bikar tînin. Dîtin ku nikarin PDK û Rêveberiya Hewlêrê bînin ser xeta xwe, îcar PKKê tînin meydanê. Me lîstikên li wê deverê têk birin û emê berdewam têk bibin.”
Bi gotina Wezîrê Derve yê Tirkiyê, PKK berdewam Tirkiyê dike armanc, lê wan rê nedaye PKK li nav sînorê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê, tenê deverekê jî kontrol bike û îdia kir, ji ber wê yekê PKK derbasî Herêma Kurdistanê bûye.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û nêzîkîbûna hêzên kurdî jî ragihand, pilana YPGê perçekirina Sûriyê ye û îdia dike, ku ew yek aşkere ye.
Mevlût Çavûşoglu destnîşan kir, di meha Sibatê de, wan hevdîtinek li gel ENKSê pêk anîne û îdia kir, di wê civînê de eşkere bûye ku ENKS jî ji kiryarên YPGê aciz in, lê hinek welat givaşê li ENKSê dikin. Li gora Çavûşoglu, kî hevkariyê bi YPG/PKKê re bike, ew ji bo Tirkiyê dibe armanceke rewa, li hundir, derve, an jî li Başûrê Kurdistanê.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, di civîna meha Sibatê ya ligel ENKSê de, wî ji şanda ENKSê re gotiye, eger ew bi YPGê re bibin yek û hevkariyê bikin, êdî peywendiyên Tirkiyê û ENKSê weke berê namînin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê di berdewamiya axaftina xwe de îdia kir, ku ti piroblemên wan bi rêveberiya Herêma Kurdistanê re nînin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê hişyarî da Amerîka û ragihand, Amerîka ji bo perçekirina Sûriyê piştgiriya YPGê dike û dixwaze rêjîmê lawaz bike û got, ev siyaseta Waşingtonê şaş e.
Têkildarî helwesta Tirkiyê li hember hikûmeta navendî ya Sûriyê jî, Çavûşoglu got, ew di derbarê rêjîma Sûriyê de weke Rûsyayê nafikirin û nêrîna wan a di vê derbarê de weke ya Amerîkayê ye û destnîşan kir, lê ew yek nayê wateya ku ew dixwazin Amerîka Sûriyê perçe bike.
Basnews
