• Monday, 02 February 2026
logo

'Cîhana duyem' hat dîtin: Salek 355 roj e

Gulan Media February 2, 2026 Corane
'Cîhana duyem' hat dîtin: Salek 355 roj e

Zanyaran li kûrahiya gerdûnê gerestêrkeke nû keşif kir ku bi awayekî ecêb dişibe cîhanê.

Mezinahiya vê gerestêrkê û dema zivirîna wê ya li dora stêrka wê gelekî nêzîkî pîvanên cîhanê ne.

Lêkolerên astronomiyê, tenê 146 salên ronahiyê dûrî cîhanê heybereke asmanî dît.

Salek 355 roj e

Ev gerestêrk ku hema bêje bi qasî cîhanê mezin e, xwedî taybetiyên balkêş e.

Dema zivirîna wê ya li dora stêrka xwe 355 roj e ku ev jî gelekî nêzîkî sala cîhanê ya 365 rojan e.

Her çi qasî di warê astronomîk de ev dûrahî wekî "nêzîk" were dîtin jî bi teknolojiya îro geşta ber bi vê gerestêrkê ve bi sed hezaran salan diajo.

Cudahiya wê ya sereke ya ji cîhanê ew e ku li ser "HD 137010 b"yê serma û qeşayeke zêde heye.

Tê texmînkirin ku rewşa wê dişibe Marsê û pileyên germê bi navînî di bin sifirê de 68 pile ne.

Rola stêrnasên amator di keşfê de

Li gorî rojnameya Bildê ya Almanyayê, tîmeke lêkolînê ya bi serokatiya Alexander Venner ji Enstîtuya Max Planckê ya li Heidelberga Almanyayê ev keşif pêk aniye.

Zanyaran amarên arşîvê yên teleskopa fezayê ya Keplerê analîz kirin û wan ev gerestêrka balkêş li dora stêrka HD 137010ê dît.

Encamên lêkolînê di kovara "Astrophysical Journal Letters"ê de hatin weşandin.

Di vê keşfê de rola welatiyên zanyar û stêrnasên amator mezin e.

Di çarçoveya projeya "Planet Hunters" (Nêçîrvanên Gerestêrkan) de, stêrnasên amator daneyên teleskopên fezayê kontrol dikin.

Teleskopa Keplerê çavdêriya zêdetirî 500 hezar stêrkan kiribû lê HD 137010 ji ber çavan winda bibû.

Keplerê 2017an tenê transîteke (derbasbûn) yekane qeyd kiribû.

Lêkoleran ev dane bi hûrgilî analîz kirin û gihiştin wê encamê ku tenê gerestêrkek dikare bibe sedema vê yekê.

Hema bêje kopyaya cîhanê ye

Taybetiyên fîzîkî yên gerestêrkê gelekî dişibin cîhanê. Çapê wê tenê ji sedî 6 ji yê cîhanê mezintir e.

Lê belê stêrka HD 137010ê ji Tava me hezar pile sartir e.

Ji ber vê yekê zanyar dibêjin ku ev gerestêrk "li qeraxa herî dûr a herêma jiyanbar" cih digire.

Xala herî girîng a HD 137010 byê ew e ku bi dûrahiya 146 salên ronahiyê, ji bo lêkolînên paşerojê yên li ser atmosferê namzedeke guncav e.

Zanyar destnîşan dikin ku ev namzeda herî baş e ji bo ku atmosfera gerestêrkeke mîna cîhanê bê lêkolînkirin.

Gelo jiyan lê heye?

Lêkoler dibêjin ku dibe ew di atmosfera vê gerestêrkê de rastî oksîjen û metanê bên ku ev jî dikarin bibin nîşaneyên jiyanê.

Her wiha îhtimal heye ku HD 137010 b wekî Marsê sar nebe.

Eger di atmosfera wê de rêjeya karbondîoksîtê bilind be, dibe ku germahiya gerestêrkê di asteke nerm û guncav de be.

Li gel van hemûyan, heta ku em karibin li ser vê gerestêrkê bijîn jî gihîştina wê derê ji bo mirovahiyê xeyalek e.

Heger mirovahî karibe bi leza ji dehan yekê leza ronahiyê (1/10) jî bigere, gihîştina wê derê dê 1460 salan bikişîne.

Her çi qasî di teoriyê de motorên bi vî rengî hebin jî di pratîkê de mirovahî hîn bi sedsalan ji vê teknolojiyê dûr e.

 

 

Rudaw

Top