• Sunday, 08 February 2026
logo

Konsulê Rûsyayê bo Rûdawê: Sûriye ji Kurd û Ereban pêk tê

Konsulê Rûsyayê bo Rûdawê: Sûriye ji Kurd û Ereban pêk tê
Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Olêg Lêvin derbarê nerîna Rûsya de li ser pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê ragihand, ku mafê Kurda ne li navçeyên xwe bi zimanê xwe bixwînin û got, ku komara Sûriyê ji Kurd û Ereban pêk tê û divê di derbarê mafê Kurdan de guhertin çê bibe.

Olêg Lêvin aşkere kir, ku li navçeyên Kurdî, Ereb jî dijîn û got ku divê mafê wan jî parastî be.

Lêvin helwesta welatê xwe li Sûriyê jî wiha ragihand, “Divê çareserî li Sûriyê li ser xwesteka gelê Sûriyê were avakirin. Mebest ji gelê Sûriyê jî, Ereb, Kurd û neteweyên din yên biçûk ku li wir dijîn, bê beşdariya aliyê derve. Alîkariya aliyê biyanî, divê tenê di çarçoveya yasaya navdewletî de be.”

Konsulê Giştî yê Rûsyayê amaje bi bi xebatên amadekirina destûra nû ya Sûriyê jî kir û got, “Em agahdar in ku di meha 11 ya sala borî de karê komîteya nivîsandina destûr li Cinêvê hate ektîvkirin. Ew bi berfirehî kar dikin, lê encamên wan ne mezin bûn, ji ber sedemên cur bi cur. Ez naxwazin tenê rexne li rêjîma Sûriyê bigirim, belku ez wiha dibînim sedemên cur bi cur hene ku girêdayî nûneratiya opozîsyona Sûriyê ye. Kurdên Sûriyê jî di vê komîteyê de beşdar in. Encamên vî karî jî wê serastkirina yasaya hilbijartinan be, mebest jî serastkirina destûr e û divê heta dawiya vê salê hilbijartin li Sûriyê bêne kirin. Hilbijartina serokayetiya û hilbijartina demkî ya parleman e.”

Olêg Lêvin diyar kir, “ev arasteyeke demokratîk e û bê guman mafê Kurdan li Sûriyê heye, mafê wan yê xwendina bi zimanê xwe heye herweha pêwîste guhertin çê bibe.Lê divê guhertin ligel pêkhateya kargêrî li Cizîrê hevseng be, li navçeyên Kurdan divê mafê Ereban jî parastî ve yên ku bi xwe jî xelkê resen yên navçeyê ne.”

Rudaw
Top