Li Brezîlyayê ji ber vîrusa korona di 24 demjimêrên borî de 1274 kesan canê xwe ji dest dan
Li welatê Brezîlyayê di 24 demjimêrên borî de 32 hezar û 913 kesên din bi vîrusa korona ketin û bi giştî jî hejmara pêketiyên wê vîrusê li wî welatî geheşt 772 hezar û 416 kesan.
Herwaha li heman welatî 325 hezar û 395 kes jî baş bûne û ji wê vîrusa kujer xilas bûne.
Li cîhanê piştî Amerîkayê welatê herî zêde pêketina bi vîrusa korona lê pêktê di rêza duyem de Brezîlyaye.
Basnews
