Mihemed Şukrî: 20 veberhêner dê bi Mesrûr Barzanî re beşdarî Davosê bibin
Serokê Desteya Rêvebir a Herêma Kurdistanê amaje bi hûrgiliyên wê şandê dike ku li gel Serokwezîrê Kurdistanê li Davos’ê ne û behsa kar û çalakiyên wan ên çend rojan dike û dibêje: “20 veberhênerên sektora taybet li kêleka Serokwezîr di formê de amade dibin.”
Dr. Mihemed Şukrî, Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê ji BasNewsê re ragehand: “Vê carê Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî, bi serokatiya şandeke Hikûmî û veberhênanan beşdarî forma li Davosê dibe, îsal em bi awayekî cuda beşdariyê dikin, ji ber ku 20 veberhênerên mezin li gel Serokwezîr beşdarin û ev jî encama giringîdana bi Serokwezîre bo sektora veberhênan û bazirganiyê ku serdana her formekî dike li gel wî beşdar dibin. Ev beşdarbûn derfeteke zêrîne bo Herêma Kurdistanê, ji ber ku çendîn civînên giring ên siyasî, aborî û civakî di navbera Serokwezîr û berpirsên payebilind ên Cîhanî de tên encamdan.”
Herwaha dibêje: “Ev derfetek e ji bo ku Kurdistan bi veberhênerên cîhanê re were nasandin da ku li Kurdistanê proje bikin. Serokwezîr bi xwe dê li Davosê rasterast çavdêriya cîbicîkirina biryar û peymanan bike."
K24
