Îsraîlê bi sê pîkaban ve çend deverên din ên Sûriyê kontrol kir
Îro 17.01.2026ê di demekî ku milîsên ser bi hikûmeta demkî ya Sûriyê piştî vekişîna hêzên Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)ê ketin bajarokên Dêrhafir û Meskene yên li rojhilatê Helebê û Îsraîlê çend deverên nû li ser sînorê Derayê kontrol kirin.
Ajansa nûçeyan a Sûriyê SANA ragihand ku hêzên Îsraîlê roja Şemiyê li çend deverên gundên Mearya û Abdîn ên li hewza Yermûkê ya li rojavayê parêzgeha Derayê pêşve çûn.
Şaredarê Mearya û Abdîn ji ajansê re gotin ku hêzên Îsraîlê bi sê pîkabên xwe yên Toyota Hilux û jîpek leşkerî ku bi tevahî 20 leşker tê de bûn pêşve hatine û xwe bicîhkirine.
Artêşa Îsraîlê duh li çend deverên din ên parêzgeha Quneytrayê pêşve çû. Heta niha, hikûmeta Sûriyê ji bilî dayîna daxuyaniyekê ti gav neavêtiye û ti helwêstek nîşan nedaye.
Basnews
