Bafil Talebanî û Şasiwar Ebdulwahîd dicivin: Mijar hikûmeta nû ye
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, ji bo gotûbêjkirina li ser avakirina hevpeymaniyekê ji bo pêkanîna kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro serdana Mihemedê Hacî Mehmûd û Şasiwar Ebdulwahîd dike.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, biryar e Bafil Talebanî serdana Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd bike.
Pişt re saet 11:00an jî dê serdana Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd bike.
Mijara sereke ya civînan, gotûbêjkirina li ser duristkirina hevpeymaniyekê ye ji bo pêkanîna kabîneya 10an.
Ev pêngav piştî wê yekê tê ku Şasiwar Ebdulwahîd ragihandibû ku projeyeke wan ji bo "hêzên li derveyî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)" heye û Bafil Talebanî jî bilez bersiv dabû û amadebûna xwe ji bo civînê nîşan dabû.
Li gorî encamên hilbijartinan, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) xwediyê 23 kursiyan e û Tevgera Nifşê Nû (Nifşê Nû) 15 kursiyên wê hene, Partiya Sosyal Demokrat jî xwediyê kursiyekê ye.
Eger du kursiyên kotayê yên Xirîstiyan û Tirkmenan ên li sînorê Silêmaniyê (ku nêzîkî YNKyê ne) ji bo vê bereyê bên hejmartin, koma giştî ya kursiyên wan dike 41 kursî.
Ji bo pêkanîna hikûmetê yan diyarkirina serokwezîr, pêwîst e frakisyon xwediyê 50+1ê kursiyên parlamentoyê bin.
Şasiwar Ebdulwahîd hewl dide Yekgirtûya Îslamî (7 kursî) û Komela Dadgeriyê (3 kursî) razî bike ku biçin nav wê bereyê, ku bi vî awayî dikarin hejmara 51 kursiyan temam bikin.
Rudaw
