Lîwa Sebah Doskî: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û cîhan fêm dikin ku Herêma Kurdistanê mînakek serkeftî ye li herêmê
Pisporekî leşkerî ku wekî nûnerê Iraqê li Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) kar kiriye, li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û gefên Amerîkayê yên li ser komên Iraqî nîqaş dike. Wî zêde kir ku cîhan fêm kiriye ku Herêma Kurdistanê mînakek serkeftî ye li herêmê.
Lîwa Sebah Doskî, nûnerê berê yê Iraqê li NATOyê, ji BasNewsê re got: "Niha cîhan, bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, fêm dike ku divê ev herêm baş were birêvebirin, wekî din sîstem ji kesekî bo kesekî din bê guhertin bêyî ku raman were guhertin ti sûd û mifaya wê tine. Waye em dibînin li Sûriyê çi diqewime? Serok Barzani ne amade bû ku bi Beşar Esed re bicive ji ber ku, ne gelê wî jê razî bû û wî nikaribû bibe serokê dewletek demokratîk di bin kontrola xwe de. Ew komkujî pêkhatin, lê niha Ehmed Şera ji Beşar Esed xirabtir dike. Sîstema Îranê niha ne baş e, lê garantiya wê çi ye ku piştî vê yekê sîstemek xirabtir tune? Ji ber vê yekê, rêvebirina li Rojhilata Navîn pir girîng e û divê komên çekdar ên li Iraqê di çarçoveya vê sîstemê de werin çareser kirin, wekî din çarenivîsa Iraqê dê xirab be. Herçend gruba Mihemed Şiya Sûdanî hewl da rêkbixe jî lê nekarî, ji ber ku gelek kom hene û ew fermanên cûda distînin."
Derbarê pêşeroja Kurdistanê de jî Lîwa Sebah got: "Hin alî dizanin ku mînaka Kurdistanê li herêmê serkeftî bûye, ji ber vê yekê ew li dijî Kurdistanê komployan dikin. Niha Kurdistan aram e û Serok Barzani hewl daye ku di navbera hêzên ji Kurdistanê de hevsengiyek çêbike. Xebata MesrurBarzani ji bo pêşxistina Kurdistanê bala cîhanê kişandiye. Ya ku dimîne ev e ku em hêzên Pêşmerge di zûtirîn dem de ji nû ve organîze bikin, ji ber ku hevkariya hêza Pêşmerge ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê vemheta sala 2026an e. Ne diyar e ku ev alîkarî dê berdewam bike an na. Ya ku dikeve ser milê me ev e ku em vê piştgiriyê bi piştgiriya pergala sazûmanî ya hikûmetê ji bo reformê bidomînin."
Derbarê posta Serokomarê Iraqê de jî ragehand: "Divê Kurd bi yekdengî biçin Bexdayê û ji bo serokatiyê namzetek hevpar hebe. Yên ku di demên berê de serokatî kirine, ji bilî Mam Celal, bê guman nekarîne nûnertiya bihêz a Kurdistanê û Iraqê bikin, ji ber ku ev biryarekî dîrokî ye û nabe berjewendî ji bo ti partiyekî be, divê ji bo hemû Kurdistanê be. Ji bo wê jî em daxwaz dikin yek kes ji bo wê postê bê berbijêrkirin ku hêz bide wê postê, ne ku bibe cîhê pirsyarê û henekên xelkê. Gelek kesayetên bêalî hene li derveyî PDK û YNKê dikare bawerî bi wan bê dayîn. Ji ber ku îsal ji bo Kurdistanê dê diyarker be û divê em xwe baş amade bikin.’’
Basnews
