• Sunday, 01 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî nameyeke sersaxiyê belav kir

Gulan Media December 30, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî nameyeke   sersaxiyê    belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya helbestvan û nivîskarê navdar Beşdar Samî, peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û kesûkarên wî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 29.12.2025, ji ber koça dawî ya nivîskar û helbestvan Beşdar Samî peyamek belav kir. Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe ya kûr nîşan da û sersaxî ji malbat, dost û hevalên wî re xwest.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de wiha hat gotin:

"Ji bo koça dawî ya helbestvan û nivîskar Beşdar Samî, ez sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî malbat, kesûkar û hevalên wî dikim û hevparê xema wan im.

Xwedayê Mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramî û sebrê bide her kesî."

 

Basnews

Top