Serok Barzanî peyamek giring belav kir
Serok Mesûd Barzanî li ser posta serokomarê Iraqê peyamek weşand û tekez kir ku divê namzetê Serokomariyê bi yek ji van mekanîzmayan were destnîşankirin:
1- Ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve
2- Ji aliyê hemû partiyên Kurdistanî ve
3. Nûner û fraksiyonên Kurd di Parlamentoya Iraqê de
Peyama Serok Barzanî waha ye:
Bi navê Xwedayê Bexşînde û Dilovan
Derbarê posta Serokomarê Iraqê de, divê hemû partiyên Kurdî bawer bikin ku ev post para Kurdan e û ji bo ku Serokomar bi rastî gelê Kurd temsîl bike, divê mekanîzmaya hilbijartina Serokomar were guhertin û êdî ti aliyekî nabe wê post û peywirê wek mulkê xwe yê taybet bizane.
Divê mekanîzma wiha be: yan di parlamentoya Kurdistanê de nûnerekî Kurd ji bo posta Serokomariyê were destnîşankirin, yan hemû partiyên Kurdî bicivin da ku li ser kesekî ji bo vê postê li hev bikin, yan jî nûner û fraksiyonên Kurd di Parlamentoya Iraqê de, li ser kesekî li hev bikin û ji bo posta serokomar kesekî diyar bikin. Kesê ku ji bo Serokomariyê tê pêşniyarkirin ne hewce ye ku ji YNKê yan jî PDKê be. Ew dikare ji partiyek din be an jî bêalî be. Ya girîng ew e ku ew kes xwediyê lihevkirinek Kurdî be û gelê Kurd temsîl bike da ku posta Serokomarê Iraqê bigire.
Mesûd Barzanî
29ê Kanûnê 2025
Rudaw
