• Saturday, 31 January 2026
logo

PDKê berbijarên xwe bo Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoyê û Serokê Fraksiyonê eşkere kirin

Gulan Media December 29, 2025 Nûçe
PDKê berbijarên xwe bo Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoyê û Serokê Fraksiyonê eşkere kirin

Kurdistan24 zanyaran li ser berbijarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo her du postên Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoya Iraqê û Serokê Fraksiyona PDKê li Parlementoya Iraqê eşkere dike.

Biryar e ku îro (Duşem, 29.12.2025) rûniştina yekê ya gera şeşê ya Parlementoya Iraqê ji bo sondxwarina qanûnî ya endaman û hilbijartina serokatiya parlamentoyê bê lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, şandeka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê ye û dê saet 11:00 ê berî nîvroyê bi fraksiyona partiya xwe re bicive.

Li gorî zanyarên Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Dîlan Barzan, armanca wê civînê ew e ku berbijarên PDKê ji bo posta Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoyê û Serokê Fraksiyona PDKê bi rengekê fermî bên destnîşankirin.

Şanda PDKê ji aliyê Endama Mekteba Siyasî ya PDKê Amîna Zikrî û Erefat Kerem ve tê serperiştîkirin. Kurdistan24 zaniye ku, Şaxewan Ebdula dê ji bo posta Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoya Iraqê û Ferhad Etrûşî jî dê wekî Serokê Fraksiyona PDKê yê nû bê destnîşankirin.

Bernameya rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê du parên sereke vedigire. Li gorî wê bernameyê, para yekê ya wê rûniştinê dê ji bo sondxwarina endamên parlamentoyê be. Para duyê jî dê ji bo hilbijartina Serokê Civata Nûneran û cîgirên wî be.

Li gorî siyaseta Iraqê, posta Serokê parlementoyê ji bo Suniyan, Cîgirê Yekê ji bo Şîeyan û Cîgirê Duyê jî ji bo Kurdan e. Pêvajoya hilbijartina serokatiya parlementoyê hewceyî piraniya reha (50+1) a hemî endamên parlementoyê ye.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên Parlementoya Iraqê de herî zêde kursiyên Kurdistaniyan bi dest xistine, lewma jî ew posta Cîgirê Duyê yê Pealementoyê wekî mafê xwe dibîne. Pêştir jî berbijarê PDKê Şaxewan Ebdila ew post bi dest xistibû.

Aliyên Sune û Şîeyan heta niha jî bi rengekê fermî li ser berbijarên xwe yên dawiyê ji bo postên Serokê Parlamentoyê û Cîgirê Yekê yê Serokê Parlamentoyê negihîştine lihevkirinê. Ev jî di demekê de ye ku, pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û diyarkirina Serokê Wezîran jî hêşta maye û lihevkirina aliyan tê çaverêkirin.

 

K24

Top