• Saturday, 31 January 2026
logo

Encûmena Parêzgeha Besreyê deng li ser projeya ‘Herêmbûna Besreyê’ dide

Gulan Media December 28, 2025 Nûçe
Encûmena Parêzgeha Besreyê deng li ser projeya ‘Herêmbûna Besreyê’ dide

Encûmena Parêzgeha Besreyê amadekariyên dawî dike, da ku deng li ser projeya veguherandina parêzgehê bo "herêmeke federal" bide. Ev pêngav wekî hewildanek ji bo bidestxistina mafên zêdetir ên îdarî û aborî tê nirxandin.

Endamê Encûmena Parêzgeha Besreyê Îmad Metûrî ragihand, biryar e roja Duşemê, 29ê Berçileya 2025an, encûmen bi rojeva "herêmbûnê" bicive. Metûrî destnîşan kir jî, di nava encûmenê de hevahengiyeke xurt a siyasî li ser vê dosyeyê heye û dê di civînê de deng li ser projeyê bê dayîn.

‘Ev ne Veqetîn e, Guhertineke Îdarî ye’

Metûrî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ev pêngav nayê wateya veqetîna ji Iraqê û weha got: "Ev yek tenê guhertineke îdarî ye, da ku em karibin mafên windabûyî yên parêzgeha Besreyê vegerînin. Ev daxwaz di çarçoveyeke qanûnî û destûrî de ye û li dijî berjewendiyên hikûmeta navendî nîn e."

Dosya diçe Ber Destê Serokwezîr

Li gorî agahiyan, piştî ku encûmen deng li ser projeyê bide, hefteya bê dê daxwaznameyeke fermî ji bo Serokwezîrê Iraqê bê şandin, da ku rênimayên qanûnî bên destpêkirin.

Komkirina Îmzeyan

Hatiye eşkere kirin ku ev çend roj in endamên Encûmena Besreyê bi hevkariya Hevpeymaniya "Tesmîm" a ku ji aliyê Parêzgarê Besreyê Esed Îdanî ve tê birêvebirin, dest bi komkirina îmzeyan kirine. Armanc ew e ku bi rêya vê piştgiriya siyasî, dosyeya herêmbûna Besreyê bi awayekî fermî bixin nav bernameya kar a dewletê.

Besre, ku wekî "pola aborî ya Iraqê" tê naskirin, bi salan e daxwaz dike ku desthilatên wê yên îdarî bên berfirehkirin, da ku karibe dahata xwe baştir ji bo xizmetguzariyan bikar bîne.

 

K24

Top