• Saturday, 31 January 2026
logo

Konsula Amerîkayê li Hewlêrê Cejna Kirîsmesê li xelkê Herêma Kurdistanê pîroz kir

Gulan Media December 25, 2025 Nûçe
Konsula Amerîkayê li Hewlêrê Cejna Kirîsmesê li xelkê Herêma Kurdistanê pîroz kir

 Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê bi helkefta Cejna Kirîsmisê û serê sala nû peyameka pîrozkirinê pêşkêşî xelkê Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser azadiya olî û pêkvejiyana aştiyane kir.

Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Wendy Green îro 24.12.2025, di peyamekê de got: Em cejna serê salê bi germî li we û xweşeviyên we pîroz dikin.”

Konsula Giştî ya Amerîkayê bal kişand ser nirxên hevpar ên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de û ragihand: “Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê li ser bingehên azadiya olî û pêkvejiyana aştiyane ya di navbera baweriyên cuda cuda de hatiye avakirin; Em bi van nirxan bi serbilindî ve bi Herêma Kurdistanê re hevpar in û em her roj di hevparî û civakên me de rengvedana wan dibînin.”

Wendy Green di dawiya peyama xwe de jî hêvî xwest ku, sala nû ji her kesî re saleka pirî şahî, saxlemî û hêvî be.

 

Basnews

Top