• Saturday, 31 January 2026
logo

Amerîkayê li ser şerê li Helebê daxuyanî da

Gulan Media December 24, 2025 Nûçe
Amerîkayê li ser şerê li Helebê daxuyanî da

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser şer û pevçûnên li taxên Kurdan ên Helebê yên di navbera hêzên Şamê û Asayîşê de daxuyaniyeke taybet da Rûdawê.

Washingtonê bangî aliyan kir ku aram bin û da zanîn ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barack ji bo diyalogê di nav hewldanan de ye.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê aloziya ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bûye sedema windahiyên canî ji Rûdawê re axivî.

Rayedarên wezaretê tekez kir ku divê tundiya li herêmê were rawestandin û alî vegerin ser peymana ku meha Adarê li ser hatibû lihevkirin.

"Divê hemû alî aram bin"

Di daxuyaniya wezaretê de hat xwestin ku aktorên li qadê şer rawestînin û wiha hat gotin:

"Em bipêşketinê li Helebê dişopînin. Em bangî hemû aliyan dikin ku aram bin û aloziyê zêdetir gur nekin."

Tom Barack ji bo diyalogê ket dewrê

Hat diyarkirin ku xebatên Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barack ên ji bo xurtkirina pêwendiya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çareserkirina krîzê berdewam in.

Washingtonê piştrast kir ku Barack rola hêsankirina hevdîtinên di navbera her du aliyan de didomîne.

Roja duşemê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di navbera komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) de şer derketibû.

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, di encama wî şerî de 4 kesan canê xwe ji dest daye û 25 kes jî birîndar bûne.

Piştî şer û pevçûnan, derengiya şeva duşemê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) bi daxuyaniyên cuda ragihand ku şer rawestiyaye û ew pabendî agirbestê ne.

 

Rudaw

Top