Çapemenî: Balafira Serfermandarê Lîbyayê li Enqerê ket xwarê
Îro êvarê çapemeniyan belav kirine, ku balafireke tîpa (Falcon 50) ku Serfermandarê Hikîmeta Ebdulhemîd Debîbe yê Lîbyayê Mihemed Hedad tê de bû, li Enqerê têkşikiya.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Elî Yerlîkaya piştrast kiriye ku pêywendiyên li gel balafirekî de qut bûye ku Serfermandarê Hikûmeta Debîbe û 4 kesên din têde bûne.
Wezîrê Navxwe di hejmara xwe ya tora civakî Xê re amaje bi wê daye: “Balafir li Enqerê ve ber bi Terablûsê ve birê de bûye û daxwaza daketin û runiştinê ya bi lez li Enqereyê kiriye, lê piştî wê pêywendî hatiye qut kirin.”
Vîdyoyek hatiye weşandin ku kêliya teqînê li herêma nêzîkî cihê ku têkiliya bi balafirê re qut bûye nîşan dide.
Medyaya Lîbyayî ragihand ku Debîbe "odeyek krîzê" ava kiriye da ku bi aliyê Tirkî re li ser bûyerê têkilî dayne.
Di heman demê de, medyaya Tirkî ragihand ku balafira Hedad dema ku ji Enqerê ber bi Trablusê ve difiriya ket xwarê û Serfermandar jî dinav da, 5 rayedarên Lîbyayê di wê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.
Hêjayî gotinê ye, Hedad berî roja Sêşemê, li Enqerê bi Wezîrê Berevaniyê Tirkiyê Yaşar Guler û General Selçuk Bayraktaroglu re civiyabû da ku li ser hevkariya leşkerî ya di navbera her du welatan de nîqaş bikin.
Basnews
