• Sunday, 01 February 2026
logo

Asayîşa Hewlêrê: Îro li xala kontrolê ya sînorê Koyê rê li çend berpirsekî PDKê û parêzvanên wan hatin girtin

Gulan Media December 16, 2025 Nûçe
Asayîşa Hewlêrê: Îro li xala kontrolê ya sînorê Koyê rê li çend berpirsekî PDKê û parêzvanên wan hatin girtin

Berdevkê rêveberiya giştî yê asayîşa Hewlêrê daxuyaniyek belav kiriye û radigehîne: “Îro li xala kontrolê ya Koyê pêşî li çend berpirsekî PDKê û parêzvanên wan hatin girtin.”

Di daxuyaniya berdevkê rêveberiya giştî yê asayîşa Hewlêrê de hatiye diyarkirin: “Îro serê sibehê roja duşemê li xala sînorî ya Koyê ji aliyê hêzên asayîşa ser bi wê xalê ve, rê li çend berpirsekî PDKê û parêzvanên wan hat girtin ku nehêlin biçin Silêmaniyê û ji wan re hat gotin ku bêy hemahengiya pêşwexte nikarin biçin sînorê Silêmaniyê, ev jî cihê ecêbmayînê bû, ji ber ku hatûçûn bo hemwelatiyan li seranserê Herêmê azade û hemû parêzvan jî destûra wan a çek hilgirtinê heye.”

Amaje bi wê jî hatiye dayîn: “Li hember wê kiryarê de tedbîr li xalên kontrolên hatin tund kirin û hatin û çûn hatin sînordar kirin, lê piştî ku zelalbûn hat dayîn ku ya hatiye jiyan kirin şaşitiyek bûye û bi mebest nebûye, rewşa li xalan normal bûne.”

 

Herwaha hatiye aşkera kirin: “Em daxwaz dikin ku ev bûyer careke din neqewimin û kesên ku ev rewş afirandine werin darizandin.”

 

Basnews

Top