Li ser spardeya Mesrûr Barzanî alîkarî dê ji ziyanlêketiyên Çemçemalê re bê kirin
Piştî biryar û spardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo aliyên têkildar, Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, îro miqdarekî zêde ya tişt û dermanan ji bo Çemçemalê tên birin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî, ji BasNewsê re got ku piştî biryar û spardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji aliyên peywendîdar re, ew wekî Wezîrê Tenduristiyê îro 13.12.2025ê miqdarekî zêde ya tişt, amûr û dermanan dê bigehînin Çemçemalê bo piştevaniya hemwelatî û nexweş û herwaha pêdiviyên wî bajarî, ku ji ber lehiya çend rojên borî ziyanên mezin geheştê.’’
Herwaha ragehand: "Ez ê mîqdareke mezin ji derman, pêdiviyên bijîşkî, pêdiviyên labaratuvarê, emeliyat û nexweşiyên kronîk bigihînim navçeya Çemçemalê û radestî Nexweşxaneya Giştî ya Çemçemalê bikim."
Basnews
