• Sunday, 01 February 2026
logo

Sirwe Resûl: Li ser spardeya Mesrûr Barzanî alîkariya lêqewimiyan tê kirin

Gulan Media December 11, 2025 Nûçe
Sirwe Resûl: Li ser spardeya Mesrûr Barzanî alîkariya lêqewimiyan tê kirin

Rêvebera Giştî ya Navenda Hevahengî û Krîzan a Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku: “Li gorî qanûna budceyê, qerebûkirina lêqewimiyan berpirsyariya hikûmeta federal e.”

Rêvebera Giştî ya Navenda Hevahengî û Krîzan a Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sirwe Resûl îro roja çarşemê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hemî tîm û aliyên peywendîdar ên hikûmetê erkdar kirine ku, her tiştekê pêdivî ji bo zirardîtî û lêqewmiyan bê kirin.

Sirwe Resûl eşkere jî kir: “Herwesa wan kelûpelên pêdivî ji bo alîkariya lêqewmiyan kom kirine û bi rêya embarên xwe  û dezgehên xêrxwaziyê ji bo lêqewimiyan dabîn kirine.”

Rêvebera Giştî ya Navenda Hevahengî û Krîzan amaje jî da: “Li gorî qanûna budceyê, qerebûkirina lêqewimiyan berpirsyariya hikûmeta federal e.”

 

Basnews

Top