• Monday, 02 February 2026
logo

Aydin Marûf: Em li dijî her aliyekî radiwestin ku bo têkdana pêkvejiyanê bixebite

Gulan Media December 8, 2025 Nûçe
Aydin Marûf: Em li dijî her aliyekî radiwestin ku bo têkdana pêkvejiyanê bixebite

Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Xiristiyanên Koyeyê û goristana Hermoteyê kir û ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî têkdana pêkvejiyanê ye.


Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Marûf duhî (Yekşem, 7ê Kanûn 2025ê) serdana Xiristiyanên Koyeyê û goristana wan li gundê Hermoteyê kir.

Aydin Marûf di serdana xwe de tekez kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî li dijî her kes û aliyekî radiweste ku ji bo têkdana pêkvejiyana di navbera pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê dixebite.

Li roja 3ê Kanûnê 2025ê, li gundê Hermoteyê yê girêdayî qezaya Koyeyê, êrîşî goristaneka Xiristiyanan hat kirin û çend gorên wê hatin çêwandin.

 

Basnews

Top