• Sunday, 01 February 2026
logo

Mezlûm Ebdî: Em pêbendî Peymana 10ê Adarê ne

Gulan Media December 8, 2025 Nûçe
Mezlûm Ebdî: Em pêbendî Peymana 10ê Adarê ne

 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî di yekemîn salvegera rûxîna desthilata Esed de peyamek belav kir.

Mezlûm Ebdî bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand, "Sûriye beriya niha bi salekê, bi rûxîna rejîma berê re derbasî qonaxeke nû bû.”

General Mezlûm gelê Sûriyeyê pîroz kir û diyar kir ku ev salveger îradeya Sûriyeyiyan a ji bo avakirina paşerojeke li ser bingeha dadperwerî, aramî, hevparî û parastina mafên hemû pêkhateyan piştrast dike.

"Em pêbendî Peymana 10ê Adarê ne"

Mezlûm Ebdî bal kişand ser girîngiya qonaxa niha û got,

"Qonaxa niha berpirsyariyeke niştimanî ya hevpar û diyalogeke berfireh li ser me ferz dike ku berjewendiya Sûriyeyiyan di ser her tiştî re bigire.

Em pêbendbûna xwe ya bi Peymana 10ê Adarê ducare dikin ku ew bingeh e ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî, bi vîna zarokên wê û parastî bi nirxên azadî û dadperweriyê."

 

Rudaw

Top