• Monday, 02 February 2026
logo

Peykersazê Kurd ê navdar li mala xwe mirî hat dîtin

Gulan Media December 4, 2025 Hunerî
Peykersazê Kurd ê navdar li mala xwe mirî hat dîtin

Yek ji nirxên girîng ên Qersa Bakurê Kuridstanî peykersaz û wênesaz Murat Alinakê 55 salî li mala xwe mirî hat dîtin.

Alinak bi çêkirina "Peykerê Mafên Mirovan" ê yekem ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, berhemên li ser çanda Kurdî û busta bijîşkê Japonî yê ku di erdheja Wanê de canê xwe ji dest dabû dihat naskirin.

Li gorî agahiyan, dema ku malbata wî agahî ji Murat Alinak negirt, rewş ji xizmên xwe re ragihand.

Xizmên wî dema çûn mala hunermend a li navçeya Dîgorê û rastî termê wî hatin.

Piştî lêkolîna polîs û dozgeriyê yên ku çûn cihê bûyerê, termê Alinak ji bo otopsiyê veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê ya Qersê.

Cenazeyê hunermend piştî karûbarên fermî 2yê Kanûna Pêşîn li Dîgorê hat veşartin.

Murat Alinak û peykerê Selahedînê Kurdî / Wêne: Ji hesabê Murat Alinak ê medyayan civakî
Pismamê wî hûrgiliya bi êş parve kir: Di depresyonê de bû

Xwediyê PolitiKARSê û pismamê hunermend Alî Îhsan Alinak li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hûrgilî dan.

Alî Îhsan Alinak diyar kir ku pismamê wî di heyama herî berhemdar a jiyana xwe de ketiye depresyonê û got:

"Zarokê por sor ê salên berê, dawî li jiyana xwe anî. Me xweperestî kir û nekarî xwedî li te derkevin, ez gelekî xemgîn im."

Bi berhemên xwe şop hişt

Murat Alinak sala 1970yî li Dîgorê ji dayîk bû û Beşa Peytiraşiyê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Hacettepeyê bi dereceyê qedand.

Ew di bin bandora hostayên wekî Auguste Rodin û Henry Moore de mabû.

Alinak di jiyana xwe ya hunerî de gelek berhemên girîng çêkirin:

Peykerê Mafên Mirovan: Peykerê ku sala 2005an ji bo Şaredariya Bazîdê çêkiribû û 9 metre bilind e, wekî yek ji berhemên herî mezin ên bi temaya "mafên mirovan" ên Tirkiye û Rojhilata Navîn tê qebûlkirin.

Busta Atsushi Miyazaki: Bi busta ku ji bo bîranîna dilxwazê alîkariyê yê Japon Dr. Atsushi Miyazakiê ku di erdheja Wana 2011an de canê xwe ji dest dabû çêkiribû, hat teqdîrkirin.

Murat Alinak peykerê bijîşkê Japon Atushi Miyazaki / Wêne: Ji hesabê Murat Alinak ê medyayan civakî
Ehmedê Xanî û Selahedînê Eyûbî: Peykerên Ehmedê Xanî û Selahedînê Eyûbî ku di nav berhemên serdema hostatiya hunermend de ne, di çanda Kurdî de cihekî girîng girtin.

Peykerê Qazê yê li Qersê: "Peykerê Qazê" yê ku demekê ji aliyê Şaredariya Qersê ve hatibû rakirin û di çapemeniya neteweyî de bûbû mijara nîqaşê jî berhema Alinak bû.

 

Rudaw

Top