Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3.12.2025 ji ber koça dawî ya kesayetê welatparêz û Pêşmergeyê dêrîn Qinco Ebdulcebar Rêkanî, peyameke sersaxiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Pêşmergeyê dêrîn Qinco Ebdulcebar Rêkanî kir û hevxemiya xwe ji bo malbat û hevalên xwedêjêrazî anî ziman.
Naveroka peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
"Sersaxiyê li malbat û hevalên xwedêjêrazî, kesayetê welatparêz, fermande û Pêşmergeyê dêrîn Qinco Ebdulcebar Rêkanî dikim û hevparê xema wan im.
Xwedayê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide kesûkar û hevalên wî."
Basnews
