Fuad Husên: Ez hêvîdar im ku êrîşkerên kêlgeha Kormorê bên aşkerekirin
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di hevpeyvîneke televizyonî de li ser çend mijarên sereke yên wekî êrîşa li ser Kêlgeha Kormorê, pêkanîna hikûmeta nû û cezayên Amerîkayê zanyariyên giring parve kirin.
Lêkolîn li ser êrîşa Kormorê
Fuad Husên diyar kir, lîjneyek ji bo lêkolîna li ser êrîşa Kormorê hatiye pêkanîn û karê wê berdewam e û got: "Diyar e ku ev kar terorîstî ye û li gorî zanyariyên destpêkê êrîş ji navxwe hatiye kirin." Herwiha bang kir ku rapora derbarê êrîşên berê yên li ser kêlgehên neft û gaza Herêma Kurdistanê bê aşkerekirin, ji ber ku ev êrîş rasterast bandorê li jiyana welatiyan dikin.
Husên destnîşan kir, armanca van êrîşan têkbirina aramî û pêşveçûnê ye û got: "Ev êrîş ne tenê li dijî Herêma Kurdistanê, belkî li dijî welatiyên Mûsil, Kerkûk û hemû Iraqiyan e."
Peyama ji bo Namzedê Serokkomar
Derbarê posta Serokkomarê Iraqê de, Fuad Husên tekez kir ku ev post pişka Kurdan e û divê ew yekalî bikin. Herwiha got: "Heke aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser namzedekî li hev bikin, ew namzed dê bi hêz be. Heke li hev nekin, sînaryoya du namzedan dê dubare bibe û wê demê parlemento biryarê bide."
Cezayên Amerîkayê û Komên Çekdar
Li ser mijara cezayên Amerîkayê yên li dijî hinek komên çekdar û saziyan, Fuad Husên bi kurtî ev xal destnîşan kirin:
- Cezayên Amerîkayê bi bandor in û nabe bên paşguhkirin.
- Li gorî yasayên Amerîkayê, nabe danûstandin bi kes û aliyên ku di lîsteya cezayan de ne re bê kirin.
- Amerîkayê bi eşkere ragihandiye ku ew bi aliyên cezakirî re kar nakin û ev helwest li cem hemû aliyan zelal e.
- Divê hevsengiyek di navbera berjewendiyên welat û berjewendiyên hizbî de bê çêkirin.
"Divê çeka dewletê tenê di destê dewletê de be"
Wezîrê Derve bal kişand ser wê yekê ku divê çek tenê di destê dewletê de be û got: "Em nikarin bi du arasteyan biçin; arasteya dewletê û arasteya derveyî dewletê. Divê komên çekdar bibin beşek ji prosesa siyasî û bibin hizbên nav dewletê."
Husên li ser peywendiyên bi Îranê re jî got, divê peywendî li ser bingeha cîrantî û berjewendiyên hevbeş bin û wekî du dewletan danûstandinê bikin, ne wekî şoreş.
K24
