• Monday, 02 February 2026
logo

Nifûsa Başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir

Gulan Media December 2, 2025 Nûçe
Nifûsa Başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir

Li gorî encamên dawî yên serjimêriyê, hejamara niştecihên Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê gihiştiye 10 milyon û 496 hezar û 112 kesan.

Ji vê hejmarê, 6 milyon û 519 hezar û 129 kes li çar parêzgehên Herêma Kurdistanê ne û 3 milyon û 949 hezar û 983 kes jî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne.

Deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di çarçoveya Başûrê Kurdistanê de ne û cihên wekî Kerkûk, Xaneqîn, Pirdê, Şingal, Mexmûr, Xurmatû û hinek deverên din li xwe digirin.

Belavbûna nifûsa Herêma Kurdistanê

Nifûsa Herêma Kurdistanê li gorî parêzgehan bi vî awayî ye:

Hewlêr: 2 milyon û 517 hezar û 534 kes.
Silêmanî û Helebce: 2 milyon û 401 hezar û 724 kes.
Dihok: Milyonek û 599 hezar û 871 kes.
Nifûsa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê

Li gorî encamên serjimêriyê, dabeşbûna nifûsa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê wiha ye:

Kerkûk: 2 milyon û 34 hezar û 627 kes.
Xaneqîn: 260 hezar û 907 kes.
Kifrî (nîvê wê li ser Diyaleyê hatiye hejmartin): 66 hezar û 437 kes.
Şareban: 254 hezar û 346 kes.
Mendelî: 49 hezar û 348 kes.
Tilkêf: 406 hezar û 732 kes.
Hemdaniye: 249 hezar û 732 kes.
Mexmûr: 212 hezar û 357 kes.
Şingal: 201 hezar û 2 kes.
Şêxan (beşekî wê li ser Mûsilê hatiye hejmartin): 69 hezar û 279 kes.
Xurmatû: 147 hezar û 216 kes.
Serjimêriya giştî li Îraq û Herêma Kurdistanê Çiriya Paşîn a sala 2024an hatibû kirin.

Encamên dawî 26ê Çiriya Paşîn a 2025an hatin belavkirin û hat ragihandin ku hejmara giştî ya niştecihên Îraq û Herêma Kurdistanê gihiştiye 46 milyon û 118 hezar û 793 kesan.

 

Rudaw

Top