Fêstîvala Şanoyê ya Kirmanşanê bi xelatkirina berhemên serketî bidawî bû
Li bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê, Fêstîvala Şanoyê bi beşdariya heşt komên hunerî birêve çû. Di fêstîvalê de ku çar rojan dewam kir (27-30ê Mijdarê), berhemên herî baş hatin hilbijartin.
Li gorî biryara komîteya nirxandinê, her du şanoyên bi navê "Argoman" û "Hesp ajalekî Seyr e" wekî baştirîn karên şanoyî hatin destnîşankirin û xelatkirin.
Nivîskar û derhêner Haşim Pûrmuhemedî ku yek ji xelatgirên fêstîvalê ye, ji Kurdistan24ê re axivî û got: "Ez gelek spasiya xelkê hunerdost ê Kirmanşanê dikim ji bo wê piştevaniya germ. Bi serbilindî vê xelata xwe pêşkêşî hemwelatiyên xwe dikim."
Herwiha Mihemed Beg Mihemedî ku xelata baştirîn lîstikvan wergirt, kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ez kêfxweş im ku fêstîval bû cihê razîbûna hemûyan. Hêvîdar im em bikarin di xizmeta çand û ferhengê de berdewam bin."
Di çarçoveya fêstîvalê de, şanoyên wekî "Argoman", "Rojhilata Navîn", "Çîroka Mîna" û "Were bi Min re bo Dojehê" li pênc holên ciyawaz ên bajêr hatin pêşandan.
Ji bilî pêşandanê, sê xûlên taybet ên nivîskarî, lîstikvanî û derhêneriyê jî bi beşdariya mamosteyên ji parêzgeha Kirmanşan û Tehranê hatin lidarxistin.
Armanca vê çalakiyê ku wekî yek ji bûyerên girîng ên parêzgehê tê naskirin, geşepêdana hunera şanoyê, danûstandina ezmûnan û bexşîna hêviyê ji bo xelkê hate diyarkirin.
K24
