• Monday, 02 February 2026
logo

Li Urmiyeyê rêjeya jidayîkbûnê kêm bûye

Gulan Media December 2, 2025 Civakî
Li Urmiyeyê rêjeya jidayîkbûnê kêm bûye

 Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê rêjeya jidayîkbûnê li gorî par ji sedî 9 kêm bûye.

Birêvebiriya Qeydkirina Nifûsê ya Parêzgeha Urmiyeyê amarên nû yên jidayîkbûnê yên parêzgehê belav kirin.

Li gorî amaran, jidayîkbûn ji sedî 9 kêm bûye û rêjeya mirinê jî ji sedî 12 zêde bûye.

Birêvebirê Qeydkirina Nifûsê ya Parêzgeha Urmiyeyê Seîd Ehmedî ragihand, "Ji 21ê Adara 2025an heta 21ê Çiriya Paşîn a 2025an, wate di nava 8 mehan de 28 hezar û 835 zarok li parêzgehê ji dayîk bûne."

Her 12 xulekan zarokek

Seîd Ehmedî diyar kir ku jidayîkbûna li parêzgehê li gorî heman dema par 2 hezar û 820 zarok wate ji sedî 9 kêm bûye.

Wî destnîşan kir ku li bajêr di her 12 xulekan de zarokek ji dayîk bûye.

Amarên mirinê

Seîd her wiha da zanîn ku li gorî wan amaran, li parêzgehê di her 30 xulekan de kesek miriye.

Li gorî amarên fermî yên Îranê, zêdebûna nifûsê li parêzgeha Urmiyeyê di nava wan 8 mehan de 16 hezar kes bûye lê par di heman serdemê de 20 hezar kes bû.

Her wiha li gorî amarên Birêvebiriya Qeydkirina Nifûsê ya Parêzgeha Urmiyeyê, ji sala 2014an heta niha wate di nava 11 salan de jidayîkbûn li parêzgehê ji sedî 39 kêm bûye.

 

Rudaw

Top