Îran sîstema parastina esmanî diceribîne
Sipaha Pasdarên Îranê sîstema parastina esmanî, piştî şerê 12 rojî yê li gel Îsraîlê ceribandina wê da destpêkirin.
Ajansa nûçeyan a Tesnîm bi zimanê Sipaha Pasdaran belav kir ku li navçeya Mahşehir a li rojavayê welat dest bi ceribandinên sîstema parastina esmanî kiriye. Hat ragehandin ceribandin ji roja şemiyê ve destpêkiriye û biryare heta roja çarşemê berdewam bike.
Ev tevgera leşkerî, piştî şerê 12 rojî yê meha Hezîran a borî pêktê ku Îsraîl û Amerîkayê ziyan gehand binesaziya leşkerî ya Îranê, ji ber wê jî çavdêr dibêjin ev ceribandina nû hewldanên ji bo tejîkirina wê valatiya ewlehiyê ya di wî şerî de tê kirin û nîşandana amadebûna hêza xwe ya li hember her cure egerekî ye.
Basnews
