• Monday, 02 February 2026
logo

Baregeha Barzanî: Ev êrîşa li ser zeviya Kormor li dijî binesaziya aborî û berjewendiyên Kurdistan, Iraq û hemû welatiyan e

Gulan Media November 28, 2025 Nûçe
Baregeha Barzanî: Ev êrîşa li ser zeviya Kormor li dijî binesaziya aborî û berjewendiyên Kurdistan, Iraq û hemû welatiyan e

 Di derbarê êrîşa şeva borî ya li ser zeviya gaze ya Kormorê, Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kiriye û bi tundî şermezar kiriye û ragehand: “Ev êrîş li dijî binesaziya aborî û berjewendiyên Kurdistan, Iraq û hemû welatiyan e.”

Îro 27.11.2025, Baregaha Barzanî ragehand: “Em pir bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikin ku şeva borî li ser zeviya Kormorê pêk hat. Ev êrîş dijî binesaziya aborî û berjewendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê û hemû hemwelatiyane.”

Herwaha ragehand: “Her çend êrîşên neheq ên li ser herêmê di demên berê de gelek caran hatibin şermezarkirin jî, ew tenê hatine şermezarkirin û li dijî sûcdaran ti tedbîr nehatine girtin.”

Baregeha Barzanî dibêje: “Dema wê hatiye ku li hember wê destdirêjiyê û êrîşa ne rewaha pêngaveke ciddî û pratîkî bê avêtin û dawî pê bê û êrîşkar bên ceza kirin.”

 

 

Basnews

Top