• Monday, 02 February 2026
logo

Bi fermana Mesrûr Barzanî, karwanê çarem ê nexweşên Talasîmayê bo derveyî welat hat şandin

Gulan Media November 28, 2025 Nûçe
Bi fermana Mesrûr Barzanî, karwanê çarem ê nexweşên Talasîmayê bo derveyî welat hat şandin

 Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, îro serê sibehê, çaremîn karwanê nexweşên Talasîmayê ji bo encamdana neştergeriya çandina mêjiyê hestî bi rêya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ber bi derveyî welat ve hat birêkirin.

Wezareta Tenduristiyê îro 28ê Mijdarê di daxuyaniyekê de diyar kir, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî temamkirina pişkinîn û amadekariyên bijîşkî, 52 welatî ku ji nexweş, bexşer (donor) û hevalên wan pêk tên, hatin şandin.

Wezaretê tekez kir, hikûmetê hemû xerciyên van welatiyan girtiye stûyê xwe. Ev xerçî ji bilêta firokeyê (çûn û hatin), man, pişkinîn, neştergerî û tevahiya çareseriyan pêk tê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê budceyeke taybet bi qasî 11 milyar dînar terxan kiriye da ku 140 nexweşên Talasîmayê (çi yên ku bexşerên wan hene û çi yên nînin) bişîne nexweşxaneyên xwedî bawernameya navdewletî (JCI).

Wezareta Tenduristiyê her wiha da zanîn, prose berdewam e û di rojên pêş de dê karwanê pêncem ê nexweş û hevalên wan jî bên birêkirin.

 

Basnews

Top