• Tuesday, 03 February 2026
logo

Li Hewlêrê Pêşangeha Bazirganî tê vekirin

Gulan Media November 24, 2025 Corane
Li Hewlêrê Pêşangeha Bazirganî tê vekirin

 Pêşangeha herî mezin a bazirganî ya girêdayî paketkirina qutî û plastîkên Iraqê, ligel pîşesaziyên çandinî û xwarinê, îro 24.11.2025ê bi tevlîbûna zêdetirî 300 şîrketan li Hewlêrê tê vekirin.

Berpirsê Rêkxistinê yê Pêşangehê Hoşmend Mihemed ji K24ê re ragihand ku, ev cara heştê ye pêşangeha herî mezin a navneteweyî tê vekirin û armanca wan ew e ku, Herêma Kurdistanê pêş bixin û wê bi welatên cîhanê bidin nasîn.

Ev pêşangeha navneteweyî bi tevlîbûna 352 şîrketan ji 20 welatên cîhanê tê lidarxistin û tê payîn ku, zêdetirî 15 hezar mêvanên şareza tevlî wê bibin.

Ji wan 352 şîrketan, 62 ji wan navxweyî ne û berhemên wan li Herêma Kurdistanê tên hilberandin, xasma jî berhemên warê çandiniyê, ji pêdivîtiyên bingehîn bigire heya hilberîna ji bo bazarê û nasandina wan bi şîrketên cîhanî re.

Welatên ku tevlî vê pêşangehê dibin Îran, Tirkiye, Hindistan, Çîn û welatên Yekîtiya Ewropayê ne.

Ev pêşangeh di demekê de ye ku, veberhênana di sektora çandiniyê de li Herêma Kurdistanê li salên borî gelek zêde bûye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi proje û biryarên xwe piştevan û piştgira cotkaran bûye. Herwesa hikûmet hêsankariyan ji bo sektora taybet dike û ji bo vejandina pîşesaziya çandiniyê jî dixebite.

 

Basnews

Top