• Wednesday, 04 February 2026
logo

Axios: Îsraîlê bêyî agahdariya Waşîngtonê êrîşî Beyrûtê kir

Gulan Media November 24, 2025 Nûçe
Axios: Îsraîlê bêyî agahdariya Waşîngtonê êrîşî Beyrûtê kir

Malpera nûçeyan a “Axios”Karbidestekî Amerîkî ji zarê berpirsekî Amerîkî ve aşkera kir ku Îsraîl berî ku êrîşa li ser başûrê Beyrûtê pêk bîne,ti hemahengiyek li gel  Amerîkayê nekiriye.

Wî berpirsî ragehandiye: "Tel Avîvê Washingtonê ji plana bombebarankirina navçeya başûrê Beyrûtê pêşwext agahdar nekir, lê tenê piştî ku êrîş çêbû û pêk hat, peyameke agahdar kirinê ji Amerîkayê re şandiye."

Ev daxuyanî nîşan dide ku biryar bi awayekî yekalî û bêyî şêwirandina pêşwext bi Qesra Spî re hatiye dayîn.

Ev pêşketina xeternak di demekê de tê ku di Mijdara 2024an de di navbera Îsraîl û Hizbullahê de agirbestek nerm bi navendgeriya Amerîka û Fransa hatibû ragihandin, lê bûyerên vê dawiyê, bi taybet bombebarana dubare ya taxa "Hare Herîk" li başûrê Beyrûtê, wekî şaxê sereke yê Hizbullahê tê hesibandin, amajene ji bo ku Îsraîl stratejiya nû girtiye ber vê stratejiya ku pêk tê ji encamdana operasyonên hûr bo ninavbirina berpirsên payebilind ên Hizbulahê. Heta eger ev bibe sedema têkçûna tevahî ya agirbestê jî, ji ber ku Tel Avîv di wê baweriyê de ye ku Hizbullah di wê demê de ji nû ve xwe rêxistin kiriye.

Ji aliyekî din ve, neagahdarkirina Îsraîlê ji Washingtonê ji êrîşên wusa hesas di nav berpirsên Koşka Spî de bûye sedema fikarên kûr û bi awayekî di "Derbaskirina" di biryarên leşkerî de tê şîrove kirin. Çavdêr di wê baweriyê dene ku dîktatoriya biryardanê ya Netanyahu ne tenê metirsiya berfirehkirina çarçoveya şer li herêmê zêde dike, lê di heman demê de rola dîplomatîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li herêmê jî qels dike û di dawiyê de dibe ku hewlên navneteweyî yên ji bo pêşîgirtina li şerekî berfireh li Lubnanê asteng bike.

 

Basnews

Top