• Wednesday, 04 February 2026
logo

Balafireke leşkerî ya Tirkiyeyê ket xwarê

Gulan Media November 11, 2025 Nûçe
Balafireke leşkerî ya Tirkiyeyê ket xwarê

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku balafireke wan a leşkerî ya kargoyê ya bi tîpa C130 li Gurcistanê ketiye xwarê.

Wezaretê da zanîn ku balafir ji Azerbaycanê diçû Tirkiyeyê û Gurcistanê ketiye xwarê.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin:

"Balafireke me ya leşkerî ya kargoyê ya C130 ku ji Azerbaycanê ji bo were welatê me rabûbû, li Gurcistanê ketiye xwarê.

Bi hevahengiya bi rayedarên Gurcistanê re dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatiye kirin."

 

Rudaw

Top