• Thursday, 05 February 2026
logo

WHO: Li Sûdanê xwînrijandinê rawestînin

Gulan Media November 10, 2025 Nûçe
WHO: Li Sûdanê xwînrijandinê rawestînin

Birêvebirê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus bang kir ku li Sûdanê rijandina xwînê were rawestandin.

Li Sûdanê ji ber şer û pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de xwîn dirije.

Ghebreyesus li ser platforma Xê daxuyaniyek belav kir.

Ghebreyesus diyar kir ku ew ji ber kuştina doktor Adam Îbrahîm Îsmaîl a li bajarê Faşirê yê Sûdanê xemgîn in û got:

"WHO şîna Dr. Îsmaîl digire û daxwaza bidawîanîna tundiya li dijî xebatkarên tenduristiyê dike.

Divê li Sûdanê xwînrijandin bi dawî bibe."

Ghebreyesus destnîşan kir ku “aştî dermanê herî baş e.”

Doktor Îsmaîlê ku hatiye kuştin li Nexweşxaneya Siûdiyê ya li bajarê Faşirê dixebitî.

Şerê li Sûdanê

Sûdan ji 15ê Nîsana 2023yan û bi vir ve şahidê şer û pevçûnên dijwar ên Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşê ye.

Faşira ku bajarê herî mezin ê herêma Darfûrê ya li rojavayê welêt e, piştî şer û pevçûnên dijwar bi piranî kete bin kontrola HDKyê.

 

Rudaw

Top